Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(S.X)-ABNA- Midhet Sencer di civîna parlimana Tirkîyê da got: Aştî demajoyeke dijwar e u demê digire ber xwe u hewcedarê hewl u şopandina berdewam e û bêyî qebûlkirina berpirsyarîya komkî u karê berdewam aştîya mayinde bi dest nakeve. Sencer amajeyî daxûyanîya bi navê ``aştî u civaka demokiratîk`` u gotinên Ebdullah Ocalan kir u got: Divê gotûbêj dewsa çekan bigire û ev kara erka herî mezin a exlaqî û merivî ye. Sencer dîyar kir ku Tirkîye li himber alugurên navçeyê berpirsyarîya dîrokî heye û got: Aştî bêyî bingehên hiqûqî û demokiratîk nadome u pêgirî kir ku meclisa Tirkîyê dikare bi amadekirina mafên aştîyê, siberojeke ser bingeha demokirasî, azadî u berenberîyê ji bo civakê pêk bîne.
…………………………..
Dawiya Peyam/
Your Comment